09 Gulan 2020•Rojanekirin: 10 Gulan 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "17 jê di operasyonên duh da ji 1ê Çileyê vir va bi tevahî hezar û 359 terorîst hatine berterefkirin."
Di serokatiya da bi beşdariya Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal, Fermandarê Hêzên Esmanî Hasan Kuçukakyuz û Alîkarên Wezîrê Parastina Neteweyî Yunus Emre Karaosmanoglu, Alpaslan Kavaklioglu û Şuay Alpay duh civîna nirxandinê hat kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di nirxandina xwe da destnîşan kir li 5 herêman operasyon dewam dikin û got ku 17 jê di operasyonên duh da ji 1ê Çileyê vir va bi tevahî hezar û 359 terorîst hatine berterefkirin.
Akar ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) der barê kar û barên terhîs û celbê da got ku ji bona rewşeke nêyînî çênebe em hewl didin ku pêvajo bi tendurîstî, serkeftî û çalak bimeşe.