Nihat Kavşut
27 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Erbabên meslekê serbest wê li çapxaneyan meqbûz nedin çapkirin. Bi e-fatûreyê bi 2,5 milyar lireyî teserûf hat kirin. Bi vî awayî wê bi 100 milyon lireyî teserûf bê kirin."
Albayrak li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê der barê budçeya 2020an ya Wezareta Xezîne û Darayiyê û saziyên eleqedar da pêşkêşî kir.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak got ku bi Meqbûza e-Serbest Meslek erbabên meslekên serbest wê li çapxaneyan meqbûz nedin çapkirin û bi vî awayî wê bi 100 milyon lireyî teserûf bê kirin.
Albayrak diyar kir Pergala Qeydê ya Halê wê bi sepana e-belgeyê ra entegre be û got ku bi vî awayî wê manîpulasyonên di bihayên zevze û fêkiyan da bên şopandin.
Berat Albayrak got ku di 5 salên di pêşerojê da em dixwazin 2 milyar lire çavkanî ji fonên sermayeya hilberîner ra peyda bikin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak destnîşan kir di sepana krediyên ku ji xezîneyê piştgirî distînin da meha Mijdarê hecma kefaletê derket 320 milyar lireyî û hecma krediyê derket 367 milyar lireyî û wiha got: "Ji bona krediya ku wê Bankeya Halkê bide esnaf û zinaetkaran tê pêşbînîkirin ku di budçeya sala 2020an da 2,2 milyar lire bê dayîn."
Albayrak diyar kir ji ber Pergala Sîgorteya Ticarî ya KOBÎyan ku dewlet piştgiriyê dide ji bona 5 hezar û 400 KOBÎyan 300 milyon lire temînat hat peydakirin.