Nihat Kavşut
27 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê kirîna pergala S-400an da wiha got: "Ev ji bona di qutiyan da bimînin nehatine kirîn. Hewcedariya me pê heye."
Çavuşoglu piştî hevdîtinên bi Ehmed Îsa Awadê Wezîrê Karên Derva û Hevkariya Navneteweyî yê Somaliyê û di nav heyetan da li Avahiya Fermî ya Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê kirîna S-400an da got ku ev ji bona di qutiyan da bimînin nehatine kirîn, hewcedariya me pê heye.
Çavuşoglu ji bona mijara Patrîotan jî destnîşan kir cara ewil e ji bona hilberîna hevbeş û teknolojiyê helwesta Amerîkayê erênî ye û got ku lê garantiya van tiştan tuneye.