17 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Welatiyên ji Sûra navçeya Diyarbekirê yên ku ji ber êrîşên endamên PKKya rêxistina terorê cî û warên xwe terk kirin wek sedema mexdûriyeta xwe terorîstan û parlementerên HDP nîşan didin û bertekê nîşanî wan didin.
Operasyonên ku piştî di 28ê mijdara 2015an da li Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoxlu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşa taxên Sûrê îlankirina qedexeya derketina derva dest pê kiribûn, dewam dikin.
Bi hezaran welatî ji ber êrîşên terorê cî û warên xwe terk kirin û an koçî bajar û navçeyên dorberê kirin an jî çûn li cem eqrebeyên xwe yên li ciyên din bi cî bûn.
M.Kyê ku ji Sûrê koçî Yênîşehirê kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Sûrê 200 lire kirê dida lê li Yênîşehirê 500 lire kirê dide.
- "Li pêşiya mala min hendek vedan û tê da teqemenî bi cî kirin"
M.K. destnîşan kir ku ji ber bûyeran ev 2 meh in zarokên xwe neşandiye xwendingehê û wiha got: "PKK hendek vedan. Me ji wan ra got, 'ev hendekan zirarê didin me, hûn çima vedidin?' Ji me ra gotin 'Ev ji bo gelê kurd e, ma hûnê ji me baştir bizanibin?' Li pêşiya mala min hendek vedan û tê da teqemenî bi cî kirin. Medem ji bo me vedidin çima me mexdûr dikin?"
S.B. jî destnîşan kir ku eşyayên wî şewitandine û tu ciyekê wî tune ku herê, ji ber vê jî mexdûr bûye û nikare here cem eqrebeyên xwe jî.
S.B. ji parlementerên HDPê lomeyên xwe kir û wiha got: "Kesên ku îdia dikin parêzvanên kurdan in bira werin ber serê hendek û barîqatan. Çima ji tirsana diçin dikevin hundirê malan û xwe tê da vedişêrin? Gel raye da van, bira herin di Meclisê da çi dikin bira bikin. Bira neyên gel mexdûr nekin. Piştî hendek û barîqatan gel di malên xwe da pêrîşan bûye."
- "PKKê xêncî mexdûriyetê tu tiştek neda me"
Î.G.yê ku mecbûr ma mala xwe terk kir jî got ku ji ber PKKya rêxistina terorê mexdûriyeteke mezin hatiye serê wan û wiha axivî: "Hed û hesabê zirara ku PKKê bi gotina 'xweseriyê' da kurdan tune. PKKê xêncî mexdûriyetê tu tiştek neda me."
Î.G bal kişand ser gotinên PKKê û wiha pê da çû: "Ev bi salan e em kesên ku dibêjin 'xweserî' dibînin. Eşkere dibe ku ev merivên kê ne. Bi zorbedariya xweseriyê hendek vedan û gel mexdûr kirin. Kesên ku nikarin şaredariyekê bi rê va bibin ew ê çito bajêr bi rê va bibin? Ji ber êrîşan ev 4 meh e ez nikarin zarên xwe bişînim mektebê. Ber derê min vedan tê da bombe bi cî kirin. Mamoste tehdîd kirin."