Eren Bozkurt
11 Sibat 2023•Rojanekirin: 11 Sibat 2023
Li Hataya ku di erdhejên bi mezinahî 7,7 û 7,6 tesîr dît, berhemên dîrokî yên weke mizgeft avahiyên din jî zirar dîtin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin piştî erdhejên bi mezinahî 7,7 û 7,6 ku tesîr li 10 wîlayetên li herêmên Deryaya Spî, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kirin, li Hatayê hinek mizgeft û avahiyan zirar dît.
Mizgefta Hebîbê Necar ku sala 638an bi destê Erebên Misulman hatibû avakirin, ji ber erdhejê bi temamî rûxiya û bi kavil û xubar. Ji ber ku di hewşa mizgeftê de gorên 3 qasidên Îsa Mesîh hebû her çiqas ji bo Misulmanan pîroz bû hewqasî ji bo Xristiyanan jî pîroz bû.
Yek ji sembolên bajêr Mizgefta Mezin a ku di sedsala 16an de di serdama Memlukiyan de hatibû avakirin, ew jî bi temamî hilweşiya. Herwiha Mizgefta Sarimiyeyê ya ku tê zanîn di sedsala 16an de çêbûbû nesîbê xwe ji bobelatê sitend.

Avahiya parlementoya Komara Hatayê jî bi temamî hilweşiya. Avahiya ku 1927an ji aliyê avahîsazê Fransî Leon Benju ve, li qada ku weke Serêpirê tê binavkirin, hatibû çêkirin, di serdema Komara Hatayê de, ji avabûna wê heta 29ê Hezîrana 1939an, beşdarbûna wê ya ji bo Komara Tirkiyeyê weke parlementoyê hatibû bikaranîn.
Avahiya Dîrokî ya Şaredariya Mezin a Hatayê jî derbek ji erdhejê xwar û cebheyê pêş ê Navenda Teşhîr û Firotinê yê Karê Destî ya Hatayê jî rûxiya.