Yeşim Sert Karaaslan
11 Sibat 2023•Rojanekirin: 12 Sibat 2023
Piştî erdhejên navend Meraş e, 541 erdhejzedeyên bi balafir ambulansên Wezareta Tenduristiyê bo Enqereyê hatin veguhestin, li nexweşxaneyan hildan bin tedawiyê.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bi dest xist, birîndarên erdhejên navend Meraş, bi balafir ambulansên Wezareta Tenduristiyê bo nexweşxaneyên bajarên cuda hatin sewqkirin.
Li nexweşxaneyên li Enqereyê ji saet 10.00an pê va 541 birîndar hildan bin tedawiyê. Birîndar li nexweşxaneyên Ankara Bilkent Bajêr, Ankara Etlik Bajêr, Ankara Gulhane, Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Hacettepeyê û nexweşxaneyên din tên dermankirin.