Haydar Şahin
14 Adar 2019•Rojanekirin: 16 Adar 2019
Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya li Ovacika navçeya Tunceliyê bi ava ji nav keviran dikişe, şirşirnegên piçûk û mezin, kanyon û jiyana beyanî va di her demsalê da bala ziyaretvanan dikişîne.
Li Parka Neteweyî ya ku Geliyê Munzurê ya bi xêliya sipî xemiliye bi hatina biharê va erd êdî reş dibe.
Li parka neteweyî ya bi jiyana kovî ya dewlemend û xweşikahiyên tebietê va balê dikişîne ava şirşirnegan dixe şirînî û Çemê Munzurê merivan şaş û metel dihêle.
Li Geliyê Munzurê bi hatina biharê va êdî kulîlk jî vedikin. Tebîeta ku dest nedanê ziyaretvanan şaş û metel dihêle.
Ayhan Demirê wênekêşê tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Stenbolê hat Ovacikê ku bigere.
Demir destnîşan kir ku Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ji bo herêmê qîmeteke zehf mezin e û wiha pê da çû: "Li vê derê tebîeteke dest nedanê heye. Li ciyên bilind zivistan dewam dike li ciyên nimiz bihar e. Berf dihele û gurîniya ava çem û şirşirnegan e. Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ji bo kesên dixwazin ji qerebalixiya bajaran dûr bikevin motanî derman e. Her damsala gelî xweş e. Biharê kesk û hêşin, payîzê qîçik û zer û zivistanê jî çîl û sipî ye."
Demir bal kişand ku jiyana beyanî ya parka neteweyî zehf dewlemend e û wiha axivî: "Li vê derê bizinkovî hene û ji ber ku koka wan li ber qelandinê ye tên parastin. Bi piranî ji bo avê derdikevin ser rêbeja Tuncelî-Ovacikê. Xêncî bizinkovîyan li vê derê hirça gewr, xinzîr, werşeq, kewên gozel, seyê avê û gelek heywan hene."