14 Adar 2019•Rojanekirin: 16 Adar 2019
Li navçeya Babê ya bajarê Helebê ku dikeve bakurê Sûriyeyê motosîkleta bombebarkirî hat teqandin û du sivîl birîndar bûn.
Berpirsê Medyaya Parastina Sivîlan a Babê (Kumspî) Beha Ebûlxeyr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Li ser kolaneke qerebalix a li navenda navçeya Babê bombeya ku li motosîkleteke parqkirî hatibû barkirin teqiya û du sivîl birîndar bûn."
Ebûlxeyr got ku ji birîndaran rewşa yekî giran e û li cihê teqîn çêbû jî xesar pêk hat.
Yekeyên asayîşê yên Artêşa Azad a Sûriyeyê li ser îhtimala ku êrîş ji aliyê YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye kirin disekinin.
Li Babê di 5ê adarê da êrîşeke mînanî vê êrîşê hatibû kirin û 8 sivîl tê da birîndar bûbûn.
Baba ku Artêşa Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê bi Operasyona Mertalê Feratê va di sibata 2017an da ji terorê safî kiribû, di navbera Tel Rifat û Minbica ku di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da cih digre. YPG/PKK ji vê derê kordîne dike û êrîşan dibe ser Babê.