Ekrem Payan
12 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2026
Walîtiya Şirnexê hişyariya bager û bahozê da.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê NSosyalê yê Walîtiyê hat dayîn, sibê li tevahiya bajêr bager û cî bi cî bahoz tê payîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Divê welatî ji ber rewşên neyênî yên wekî firîna baniyan, jehrîketina sobe û xaza siruştî, ketina dar û dîregan û tengasiyên çûyîn û hatinê baldar û bi tevdîr bin."