Adem Koç,Abdülkerim Güzel,Mustafa Mert Karaca
12 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2026
Berfa ku ji bo Stenbolê dihat payîn, li herêmên bakur û rojava û her wiha cihên bilind ên bajêr dest pê kir.
Barîna berfê ya ku nîvê şevê li Sîlîvrî û Çatalcayê dest pê kir, bi şefeqê ra li Arnavutkoy, Sultangazî, Başakşehir, Beylikduzu û cihên bilind ên bajêr jî dest pê kir.
Li cihên berf dibare, wesayîtên parqkirî, devê rêyan û cihên keskahî bi berfê venixumîn.
Ji ber ketina berfê ajokar di rê da bi baldarî diçin.
Li hin navçeyan jî şilope dibare.
Ekîbên Şaredarî û Rêbejayê li hin cihên diyar, tedbîrên têkildarî barîna berfê sitandin.