Türkan Tosun
11 Adar 2020•Rojanekirin: 12 Adar 2020
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê pirewrayî be, piştî nîvro li Erzingan, Erzirom û Agiriyê baraneke gur wê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji aliyê başûr va ba wê rabe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Agiriyê di binê sifirê da 5 pile, li Qersê di binê sifirê da pileyek, li Erdexanê di binê sifirê da 4 pile, li Erziromê sifir pile, li Îdirê 3 pile, li Erzinganê pileyek hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê 20, li Erzincanê 17, li Erdexan û Qersê 11, li Erziromê 10 û li Agiriyê jî 7 pile be.
Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya li Palandokenê 75, li Erganê 74 û li Cibiltepeyê jî 70 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo cemed û şepeyê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.