11 Adar 2020•Rojanekirin: 11 Adar 2020
Walîtiya Sêrtê ragihand ku li herêma Garisa ku dikeva navbera navçeyên Eruh û Perwariyê, li dijî rêxistina terorê PKKyê "Operasyona Dafik-7 Garisa" hat destpêkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku bi destê Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî yên li herêma Garisa ya li tanga Akmeşeya Eruhê û tanga Girê Hasan ê gundê Kopruçaya Perwariyê, "Operasyona Dafik-7 Garisa" hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku 46 tîmên operasyonel ku ji 480 personelên ji komandoyên cendirme, tevgera taybet a cendirmeyê, tevgera taybet a polêsan û her wiha gundparêzan pêk tê, di operasyonê da peywirê tînin cih.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku operasyon, bi emr û fermana Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Tuxgeneral Huseyin Hilmi Atabay bi rê va diçe.