Abdullah Tel
10 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2020
Li Erzirom, Îdir, Qers, Agirî, Erzincan û Erdexana bajarên Herêma Rojhilat tavî û bahoz tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be.
Ji nîvroyê bi şûn va li Erzirom, Îdir, Qers, Agirî, Erzincan û Erdexanê wê baranê bibare û tê payîn ku li Erzirom û Qersê bi taviyê ra bahoz jî rabe.
Germa hewayê ya li herêmê wê li gor şertên demsalê be.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 10, li Qersê 11, li Agiriyê 12, li Erziromê 13, li Erzincanê 16, li Îdirê jî 22 pile hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde li Erzincanê 31, li Îdirê 30, li Agiriyê 26, li Erziromê 24, li Qersê 23 û li Erdexanê jî 21 pile tê payîn.