10 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2020
Di lêpirsîna dijî PKK/KCKya rêxistina terorê ya li Edeneyê tê birêvebirin da der barê 17 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ji bo endamên PKK/KCKê dest bi xebatê kirin.

Di encama xebatan da ekîban dît ku hin gumanbar ji bo endamên rêxistinê yên di girtîgehan da û sempatîzanên rêxistinê yên li bajêr bi armanca ji rêxistinê dûr nekevin kar û xebatan dikin.
Polêsên hereketa taybet ji bo qefaltina 17 gumanbarên ku bi telîmata dozgeriyê binçavkirina wan tê xwestin dest bi operasyonê kir û di ser navnîşanên wan da girt.

Ekîba polêsan bi zora xwe derî vekirin û di lêgerînan da tivingeke kalaşnîkofê, belgeyên rêxistinî û nameyên biçûk ên tê da ji bo endamên rêxistinê yên girtî û yên li derva telîmat hebûn, hatin bidestxistin.
Hin gumanbarên hatin binçavkirin jî piştî kontrola li Şaxa Tipa Edlî ya Edeneyê birin Midûriyeta Ewlehiyê.