Ahmet Bayram
25 Sibat 2023•Rojanekirin: 27 Sibat 2023
Li Adiyemana ku erdhejên Meraşê lêxist, li 20 deverên cihê xebatên avakirina konteynerbajaran dewam dike.
Li 20 konteynerbajaran wê 15 hezar konteyner bên danîn û bi qasî 70 hezar kesê lê bisitire.
Bi kordîneya AFAD û Serokatiya Gihandin û Binesaziyê avakirina konteynerbajarên ji bo mexdûrên erdhejê, dewam dike.
Li Adiyemanê 18 li navenda bajêr û 2 jî li navçeyan bi tevahî 20 konteynerbajar tên avakirin.
Li piraniya ciyên konteynerbajaran rê hatin vekirin, tên qîrkirin û tesîsatên av û ceyranê jî tên amadekirin.