Ali Korkmaz
25 Sibat 2023•Rojanekirin: 26 Sibat 2023
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku "Hekîm, hemşîreyên û hemû xebatkarên me yên tenduristiyê ypn dixwzin ku li herêma afatê xwebexş bixebitin ji bo ku vê daxwaza ragihînin ji ser Sepana Portala Ekîbê forma serîlêdanê hat amadekirin."
Wezîr Koca li Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr a Kahramanmaraşê civîna çapemeniyê li dar xist.
Koca der barê daxwaza tayîn û peywirdarkirina xebatkarên tenduristiyê da got ku "Hekîm, hemşîreyên û hemû xebatkarên me yên tenduristiyê ypn dixwzin ku li herêma afatê xwebexş bixebitin ji bo ku vê daxwaza ragihînin ji ser Sepana Portala Ekîbê forma serîlêdanê hat amadekirin. Serlêdanên daxwaza tayînê û peywirdarkirinê yên van hevalên me dê ji ser pergalên agahiya personelan bên hildan."
Wezîr Koca her wiha da zanîn ku di erdhejan da kesên ku sivîk jî be birîndar bêne divê derziya tetanosê îxmal nekin.