Yusuf Soykan Bal
03 Mijdar 2025•Rojanekirin: 04 Mijdar 2025
Li Balikesirê bi mezinahiya 4,9an erdhej çêbû
Li Sindirgiya navçeya Balikesirê di saet 15.35an da bi mezinahiya 4,9an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD) hat parvekirin, navend navçeya Sindirgiyê bi mezinahiya 4,9an erdhejek çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 11.02 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Ji aliyekî din va erdhej li Stenbol, Bursa, Îzmir û parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.