Elif Orhan
04 Tebax 2019•Rojanekirin: 04 Tebax 2019
Li naçveya Melezgirtê ji zarokên ji bo hênikbûnê ketin Çemê Muradê 3 jê xeniqîn û Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz der barê bûyerê da got ku "Polêsên me û welatî midaxaleyê dikin. 4 zarok derxistin û birin nexweşxaneyê. Bi midaxaleyên hatin kirin yek bi ser xwe va hat. Niha dilê wî lê dide."
Zarokên li kêleka Çemê Muradê piknîk dikirin ji bo hênikbûnê ketin çem û ji zarokan 3 jê xeniqîn û zarokek bi avê da çû. Walî Gunduzoz der barê bûyerê da û xebatên lêgerîna zarokê bi avê da çû ji rayedaran agahî hilda.
Gunduzoz vir daxuyanî da rojnamevanan û got ku bûyera xemgînker dora saet 15.00ê qewimî.
Walî Gunduzoz got ku kesên dîtin ku zarokên ji bo hênikbûnê ketine çem diperpitin xeber dan navendeke polêsan a nêzî cihê bûyerê û wiha axivî:
"Polêsên me û welatî midaxaleyê dikin. 4 zarok derxistin û birin nexweşxaneyê. Bi midaxaleyên hatin kirin yek bi ser xwe va hat. Niha dilê wî lê dide. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê li unîteya nexweşiyên giran tê dermankirin. Mixabin digel ku saetek bi wan re mijûl bûn 3 ewladên me mirin. Wefat kirin. Taner Guvenê di sala 2009an da ji dayik bûye winda ye. Li vir tîmên me yên binavger û cendirmeyê, polêsên me, AFAD fealiyetên lêgerînê didomînin. Înşeallah em xebereke xweş bistînin."