04 Tebax 2019•Rojanekirin: 05 Tebax 2019
Li Hekariyê di encama xebatên qanîkirinê yên cendirmeyan da 2 terorîstên PKKyî teslîm bûn.
Di daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn da hat diyarkirin ku peywirdarên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr xebatên xwe yên ji bo deşîfrekirin û astengkirina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê didomînin.
Di daxuyaniyê da ev agahî hatin parvekirin:
"Roja 3yê tebaxa 2019an di encama xebatên qanîkirinê da 2 mensûbên rêxistina terorê ya dabeşkar teslîm bûn. Di jêpirsîna şexsan da hat tesbîkirin ku di sala 1994an da tevî PKK/KCKya rêxistina terorê bûne û ji bo sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" li wan digeriyan. Lêkolîna edlî ya der barê mijarê da dewam dike."