Yunus Emre Karataş
02 Gulan 2023•Rojanekirin: 03 Gulan 2023
Li Erzincanê şofêrê wesayîta ku gêrî newalê bû, can da.
Wesayîta bi plakeya 25 ABJ 478 a ku Nejmî Ertan (56) diajot li texma gundê Kovayê ser rêya Erzincan-Refahiyeyê gêrî şerampolê bû.
Kesên qezayê dîtin hewar daxistin û cendirme û ekîba tenduristiyê hatin ciyê qezayê.
Hat ragihandin ku şofêrê wesayîtê li ciyê bûyerê can da û cinazeyê wî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Refahiyeyê.