Türkan Tosun
04 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Li Erdexan û Qersê barana gur wê bibare, tavî çêbibe.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa eê kêmewrayî û sayî be, li bakurê rojhilat jî car caran ewrayî be.
Li bajarên Erdexan û Qersê ji nîvro pê va barana gur wê bibare û tavî çêbibe.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji hêla rojava û bakurê rojava va ba wê rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm li Erdexanê 11, li Qersê 12, li Erziromê 14, li Agiriyê 16, li Erzinganê 18 û li Îdirê jî 21 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî wê li Îdirê 35, li Erzinganê 34, li Agiriyê 32, li Erziromê 30, li Qersê 28 û li Erdexanê jî 27 pile be.