Önder Beyter
29 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2019
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê di çarçoveya têkoşîna dijî hişbirê da li Gazîosmanpaşayê bi awayekî hevdem bi ser 35 navnîşanan da girtin û 40 berşik binçav kirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk li dijî firoşkarên hişbirê ku wekî "tûrikvan" tên binavkirin, li Gazîosmanpaşayê operasyoneke hevdem birin ser 35 navnîşanan.
Di operasyona ku polêsên tevgera taybet jî beşdar bûn da 40 berşik hatin binçavkirin û ji bo ewlekariyê hatin veguhestin.