Hüseyin Yıldız
08 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2021
ÎDIR (AA) - Li Îdirê di encama operasyoneke dijî terorê da 5 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Wîlayetê ji bo qefaltina kesên ku di Tebaxa sala 2015an da xwestin li Çiyayê Agiriyê rê li operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê bigirin, dest bi xebatê kirin.
Di vê çarçoveyê da li herêmên dor û berê Çiyayê Agiriyê 5 kesên tê îdiakirin ku rê li operasyonên hêzên ewlehiyê girtine, hatin binçavkirin.
Hêzên ewlehiyê di kontrolkirina mal û navnîşanên gumanbaran da dest danîn ser têlefonên mobîl û amûrên dijîtal ên hatin dîtin.