17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Çand û Turîzmê Avci: "Di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de li cem me heta îro der heqê 490 kesî de lêpirsîn hat vekirin. Ji vana 317 kes ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Piştre bi KHKyê 175 kes hatin îxrackirin. Niha ji bilî vana lêpirsîna der barê 299 kesan de dewam dike. Ji vana 112 kes hatin îxrackirin, lê belê mijara îxrackirinê ew ê li gor encama lêpirsînê were nirxandin."
Wezîrê Çand û Tûrîzmê der barê dirêjkirina rewşa derasayî da wiha got: "Li Tirkiyeyê ji bo 3 mehan hat îlankirin û cardin hat dirêjkirin. Divê bihata dirêjkirin. Lewra piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê agahî û delîlên ku der barê rêxistinê da derketin holê, îfadeyên kesên girtî, ji bo ku ev pêvajo baş were meşandin hewcedarî bi dirêjkirinê hebû."
Wezîrê Çand û Turîzmê Avci: "Operatorên herêmî û biyanî, nûnerên sektorê jî, em jî dibêjin rewşa derasayî ya li Tirkiyeyê tesîreke neyînî li ser turîstan nake. Li hemû herêmên tetîlê yên li Tirkiyeyê jiyan normal dewam dike. Heta wisa ku ji bo ewlehiya turîstan û mêvanan rewşa derasayî tesîreke baş dike."
Daxuyaniyên Avci li ser hesabê Twitterê ya AAyê (@anadoluajansi), li ser malpera AAyê ya înternetê (www.aa.com.tr) de tên weşandin.