17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
ANKARA
Li Iraqê operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ji destê rêxistina terorê DEAŞê dest pê kir. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di nav 11 mehan de zirareke mezin da rêxistina terorê.
2 hezar şervanên ku ji hêla leşkerên tirkan ve hatine perwerdekirin jî beşdarî eniya Başîqayê bûn. Di operasyonê de armanc ewe ku ji başûr û rojhilatê başûr jî di nav de ji sê aliyan êrîşê rêxistina terorê bê kirin.
Pevçûn dewam dikin, di vê navberê de têkoşîna Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ên li hember rêxistina terorê DEAŞê balê dikşîne.
Li gor agahiya çavkaniyên leşkerî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ji saet 17ê çileya paşîn a 2015an pê ve li hember rêxistina terorê DEAŞê têkoşînê didomîne.
Di vê navberê de bi êrîşên obusê ve 3 hezar û 537, bi tankan ve hezar û 128, bi wesayîtên zirxdar ve 870, bi hawanan ve hezar û 285 bi giştî 6 hezar û 820 êrîş hatin kirin.
Ji ber van êrîşan 555 hezar avahî û stargeh, 106 wesayît, 34 mewziyên katyuşayê, 5 top, roketavêjek, 11 mewziyên doçkayên DEAŞê hatin îmhekirin. 690 terorîst hatin kuştin. Endamên rêxistina terorê DEAŞê yên dibe ku ji Mûsilê birevin tê texmînkirin ku herin Reqa an jî El Babê. Di vê rewşê de divê welatên koalîsyonê herdu hedefan bixin, ev girîng e û mecburî ye.