Mustafa Hatipoğlu
28 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo tûra duyem a Hilbijartina Serokomariyê dengê xwe li Stenbolê da.
Serokomar Erdogan û jina wî Emine Erdogan, ji bo dengê xwe bidin ji mala xwe ya li Kisikliyê derketin û di saet 12.05an da gihîştin Dibistana Navîn a Saffet Çebi.
Erdogan kêfxweşî da welatiyên li hewşa dibistanê.
Serokomar Erdogan û jina wî Emine Erdogan li ber pola sandoqa nimro 3279 lê ye, ketin dorê. Serokomar Erdogan û jina wî Emine Erdogan merhebatî dan peywirdarên sandoqê û ji bo kontrola pêwîst, nasnameyên xwe dan peywirdarên sandoqê.
Her wiha Serokomar Erdogan û jina wî Emine Erdogan derbasî kabînê bûn dengê xwe bi kar anîn, paşê zerf avêtin sandoqê û îmzeyên xwe avêtin.
Li heman dibistanê kurê Serokomar Erdogan, Bilal Erdogan û jina wî Reyyan Erdogan jî serê sibehê dengê xwe dabûn.