Mustafa Hatipoğlu
06 Sibat 2023•Rojanekirin: 06 Sibat 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî erdhejê bi waliyên Edene, Meletî, Gazîentab, Diyarbekir, Hatay, Adiyeman, Osmaniye û Şanliurfayê ra ji ser têlefonê axivî û der heqê rawşa dawîn û xebatên lêgerînê da agahî hilda.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyand ku Serokomar Erdogan bi Waliyê Edeneyê Suleyman Elban, Waliyê Meletiyê Hulusî Şahîn, Waliyê Gazîentabê Davut Gul, Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, Waliyê Hatayê Rahmî Dogan, Waliyê Adiyemanê Mahmut Çuhadar, Waliyê Osmaniyeyê Erdînç Yilmaz û Waliyê Şanliurfayê Salih Ayhan ra ji ser têlefonê axivî.
Serokomar Erdogan bi Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê Fatma Şahîn, Şaredarê Bajarê Mezin ê Meletiyê Selahattîn Gurkan û Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul ra jî ji ser têlefonê axivî.
Serokomar Erdogan di hevdîtinan da ji deverên erdhejê lêxist der heqê kar û xebatên lêgerîn û xilaskirinê da agahî hilda.
Serokomar Erdogan hema piştî erdhejê ji ser têlefonê bi Waliyê Qehremanmeraşê Omer Faruk Coşkun ra jî axivîbû.