Önder Beyter
06 Adar 2019•Rojanekirin: 07 Adar 2019
Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy der heqê nûçeyên bêbingeh ên beşek ji çapemeniya Almanyayê ku îdia dikin gava welatiyên Almanyayê biçin Tirkiyeyê dê rastî miemeleyên cuda werin da wiha got, "Qet pêwîstî bi wê yekê tuneye ku mirov li ser bêbingehiya nûçeyên navborî şîrove û îzahê bike. Tirkiye dê mîna hemû caran, turîstên ji Almanya û welatên din di çarçoveya mêvanperweriya kevneşop a Tirk da biezimîne."
Aksoy bi awayekî nivîskî bersiv da pirsa li ser "hişyariyên ji bo geştên ber bi Tirkiyeyê" ku di çapemeniya Alman da derket.
Bedevk Aksoy diyar kir ku di beşek çapemeniya Almanyayê da cih dane îdiayên bêbingeh ku gava welatiyên Almanyayê biçin Tirkiyeyê dê rastî miemeleyên cuda werin û wiha got, "Qet pêwîstî bi wê yekê tuneye ku mirov li ser bêbingehiya nûçeyên navborî şîrove û îzahê bike. Daxuyaniya birêz Wezîrê me yê Karên Navxweyî ji naveroka wê dûr xistine û vajî kirine ku eşkere ye ev yek mexsûs hatine kirin. Tirkiye dê mîna hemû caran, turîstên ji Almanya û welatên din di çarçoveya mêvanperweriya kevneşop a Tirk da biezimîne."