Ahmet Aydın
05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey kir.
Li gorî daxuyaniya Wezarete Berevaniya Neteweyî di hevdîtina Akar û Jeffrey de di serî de mijarên weke Minbic û rojhilatê Feratê, pêşhatên dawîn ên Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Wezîr Akar di hevdîtinê de hêviyên xwe derbarê demildest cîbicîkirina Nexşerêya Minbicê ya Tirkiyeyê anîn ziman û herwiha destnîşan kir ku pêdivê li hember yekparçeyiya axa Sûriyeyê hesasiyet bê nîşandan û li herêma ku biryara rojhilata Feratê bê pêkanîn ji PKK/YPGya rêxistina terorê bê paqijkirin û asayişa wê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê parastin.