18 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê, eskerê ku di şerê navbera hêzên ewlehî û terorîstên PKKya rêxistina terorê da birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd ket.
Li gor agahiya ku hat hildan, li Agaçdîbîya gundê ser navenda bajêr duh di navbera hêzên ewlekarî û terorîstan şer çêbû. Ji eskerên ku di şer da birîndar bûn yek jê digel hemî mudaxaleyan li nexweşxaneya ku lê dihat derman kirin şehîd ket.
Li Hekariyê di şerê navbera hêzên ewlekarî û terorîstên PKKyî da 3 esker şehîd ketibûn û 4 esker jî birîndar bibûn. Li herêmê di encama operasyona asmanî û bejayî da 5 terorîst hatibûn kuştin.