Ömer Koparan,Ethem Emre Özcan,Mehmet Burak Karacaoğlu
09 Hezîran 2022•Rojanekirin: 10 Hezîran 2022
Ajansa Anadoluyê (AA) ji hundir va dîmenê Til Rifetê kişand ku di hedefa herekata eskerî ya Tirkiyeyê ya dijî rêxistina teroê YPG/PKKyê da ye.
Li Til Rifeta ku 18 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, YPG/PKK taktîka xweveşartinê didomîne.
Di dîmenên ku AAyê li navenda navçeyê li ciyên sereke kişandin da tê dîtin ku rêxistinê li serê girekî bilind alaya rejima Beşar Esed bilind kiriye.

Li ser berojê gir ê ku li şûnewaran dinihêre jî bi keviran navê Beşar Esed hatiye nivîsîn.
Ji aliyekî din va li navenda navçeyê tu esker an jî milîsên rejimê naxuyên.
Gelek kesên ku AAyê li nava Til Rifetê bi wan re axivî, diyar kirin ku piraniya terorîstan kincên sivîl li xwe dikin, beşeke piçûk a ji wan jî kamûflaj li xwe dikin, bi roj li malan û di tunelên li eniyan da xwe vedişêrin, bi şev jî li navçeyê belav dibin.
YPG/PKKya ku bi alîkariya asîmanî ya Rûsyayê va di 2016an da navçe ji mixalifan sitand, tevî bi hezaran mensûbên xwe û malbatên wan va li navçeyê bi cih bûbû. Ji ber îhtimala herekata Tirkiyeyê, nîvê malbatên terorîstan di serê hezîranê da derbasî deverên di bin kontrola rejimê da bûbûn.

- Nêzîkbûnên taktîkî yên YPG/PKK û rejimê
Di 2012an da piştî ku tevgera gel zêde bû û bi çekan berxwedan zêde bûn, rejima Esed bi şertê ku bi çekan pê ra şer neke li bakurê welêt hin herêm ji YPG/PKKyê ra hiştin.
Ji bo ku rejim û Rûsya Helebê dorpêç bike û bi dest bixe, rêxistinê ji ser taxa Şêx Meqsûdê ra piştgirî da.
Di heyamên îhtimal zêde dibe ku Tirkiye operasyonên eskerî bike, YPG/PKK bi teşwîqa Rûsyayê nêzî rejima Beşar Esed dibe. Rêxistinê ceriband û wisa xwest nîşan bide ku cihên di destê wan da ne, di kontrola rejimê da ne. Bi vî hawî ceriband ku Tirkiye ji ya xwe were xwarê.

Ji ber ku rêxistinê seba hakimiyeta erdnîgarî û otonomiya siyasî israr kir, her du aliyan li hev nekir. Tevkariyan dirêj dewam nekir.
Tirkiye di 2018an da wextê Operasyona Çiqlê Zeytûnê kir, milîsên rejima Esed xwestin ku seba alîkariya rêxistinê werin Efrînê.
Rêxistinê di 2019an da wextê Operasyona Kaniya Aştiyê, kêliya ku mixalif wê biketana Minbicê bi piştgiriya Rûsyayê qismekî hêza rejimê şandin navçeyê û eniyên şer û wisa nîşan dan ku kontrol di destê rejimê da ye.
Navenda bajarê Hesekeyê û li navçeya Qamişlo hê baregehên eskerî yên rejima Esed hene. Her du alî carinan ji bo desthilatdariyê şer dikin.