BAKU
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê Anadolu Agecnyyê Kemal Ozturk di axaftina xwe ya Foruma Mirovî ya Navnetewî ya Bakûyê a 3emîn de diyar kir ku qismekî dinyayê di nav rehetî û aşitiyê de dijî, lê qismekî din jî ketiye derdê canê xwe û pirsgirêkên wan ên xwarin û starbûnê hene. Ev tiştekî bê edalet e.
Ozturk di axaftina xwe de bal kişande ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn û hin welatên Asyayê. Ozturk diyar kir ku ew wek revebirê ajanseke navneteweyî her sibê ji çar aliyê cîhanê nûçeyên şer, teror û mirinê çêdikin. Di sedsala 21emîn de ev tiştên diqewimin pir balkêş in û mirov li ber xwe dikeve.
Ozturk der barê Iraq, Misir û Sûriyeyê de jî axivî û diyar kir ku piştî derbeya Misirê bi hezaran sivîl mirin, hatin binçavkirin û çapemeniya navneteweyî ket rewşeke ku nikare bixwebite û sansur li ser çapemeniyê hat kirin.
Ozturk diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo vê rewşa nebaş ya ku li dinyayê diqewime çareseriyekê nabîne û wiha got: "Konseya Ewlekariyê ya NYê şûna ku pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkan derdixe. Gelek welat dibêjin ku divê di saziya NYê de reform bên kirin. Wek xebatkarekî çapemeniyê ez jî hêvî dikim ku ev fikr bi azad bên niqaşkirin. Ez bawer dikim ku kesên ku beşdarî vê forumê bûne dê bibin çareseriya êşên mirovahîyê. Hêvî dikim ku em di pêşerojê de nûçeyên şer û pevçûnan çênekin."