Tolga Yanık
27 Nîsan 2023•Rojanekirin: 29 Nîsan 2023
TEKNOFEST a mîhrîcana hewagerî, feza û teknolojiyê ya herî mezina dinyayê cara 7emîn e ku li Stenbolê tê kirin.
Mîhrîcana TEKNOFESTê ya ku bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê va tê kirin li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê dest pê kir.
Li Stenbolê digel barana zêde gelek kes hatin mîhrîcana TEKNOFESTê ya li bajêr hat kirin. Di çarçoveya mîhrîcanê da pêşbaziyên teknolojiyê, pêşaniyên hewayî, konser, çalakî û gotûbêj jî wê bên kirin.
Di çarçoveya mîhrîcanê da tê xwestin ku bila bala gel li ser teknolojiyê zêdetir bibe, Tirkiye di vê qadê da xebatên pêşdatir bike û bi sed hezaran ciwan bi armanca bigihîjin xewn û xeyalên xwe xebatên li vê derê tên pêşandan mînak hildin û ber bi armanca xwe va bimeşin.
- Ji milyonekî zêdetir kes bo pêşbaziyan serî lê dan
Di çarçoveya mîhrîcanê da 41 jê sereke wê di 102 kategoriyan da pêşbazî bên kirin. 332 hezar tîm û ji milyonekî zêdetir kes wê di pêşbaziyan da cî bigirin û wek xelat di encama pêşbaziyan da 13 milyon TL wê bê belavkirin û bi bergîdana 30 milyon TLyî jî amûr bên belavkirin.