İbrahim Atmaca
06 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan êrîşî ser cî û warên di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da ne û di êrîşan de zarokek hat kuştin.
Hêzên rejimê gelek top avêtin bajaroka Cercenaz û Tuhê, gundê Temaniyayê ku dikevin başûrê Îdlibê û navçeyên Latamîne û Kefer Zîtayê ku dikevin bakurê bajarê Hamayê. Ev deverên ku êrîş birin ser di nav sînorên "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ne.
Midûrê Parastina Sivîlan ê Îdlibê (Baretspî) Mistefa Hec Ûsif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Hêzên rejimê pîştî nîvê şevê herî kêm 80 top avêtin gundê Temeniyayê. Serê sibê jî êrîşî ser bajaroka Cercenazê kirin û di vê êrîşê da zarokek mir."
Hêzên rejimê di nav sînorên "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da di êrîşên meha rêbendanê da 30 sivîl kuştibûn, 180 sivîl birîndar kiribûn.
Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe. Mixalifên eskerî jî di 10ê cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê çekên xwe yên giran ji herêmê paşvekişandibûn.