Dlshad Saifaalddin Ahmed
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Piştî ku hêza Pêşmerge ji Tûzxurmatûyê vekişiya û milîsên Şiî ketin wê derê gelek şahidhal radihinînin ku Heşda Şebî li wê derê destdirêjiya mal û samanên kurdan dike.
Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber bûyerên rojên borî yên li Kerkûkê û qezaya Tûzxurmatûyê bi dehan hezar kesên kurd ji wan deveran koç kir.
Berpirsê Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Iraqê li Silêmaniyê Çiya Hesen jî bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku nêzîkî 5 hezar û 500 malbatî koçî Silêmanî û Germiyanê kir.
Çiya Hesen got piraniya penaberên Kerkûkê çûne Çemçemal û Germiyanê û hinek jî hatine Silêmaniyê.
Kampa Sûrdaşê li nêzîkî Dukanê jî ku ji bo penaberên Mûsilê hatibû avakirin niha mazûvaniya 250 malbatên Tûzxurmatûyê dike.
Cemal Salihê 65 salî ku ji Tûzxurmatûyê koç kiriye û hatiye di kampê de dimîne hestê xwe bo peyamnêrê AAyê wiha anî ziman:
"Me bi xwe berevaniya bajarê xwe kir û kesî ji bo me berevanî nekir, hêza Pêşmerge çek û top veguhastin Silêmaniyê."
Cemal Salih got Heşda Şebiyê tu mal û saman ji wan re nehiştine û hemû yan teqandine yan jî şewitandine, dema yekî xwestiye bi otomobîla xwe here wir wasiteya wî jê hatiye stendin û yekî din jî hatiye kuştin.
Ehmed Elwanê 31 salî jî nîştecihê Tûzxurmatûyê ye û wî jî wiha qala rewşê kir:
"Şeva yekşemê heta serê sibehê di nav bajêr de şer çêbû, piştre dest bi barandina hawinan kirin, di wê gavê de ez negihîştim ku dê û bavê xwe rizgar bikim min dest bi veguhastina birîndaran kir. Ya bi serê me de hat karesateke tarîxî bû. Em bi tenê ji bajêr derketin, tiştek bi me re nema. Heşda Şebî digire ser malan, tiştekî bi kêrî wan bê dibin yên din jî dişewitînin."