Fatih Gazioğlu
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
KERKÛK
Necmedîn Kerîmê Waliyê Kerkûkê yê berê û endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îdia kir ku malbata Talabanî û Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşa Îranê Tumgeneral Qasim Suleymanî, li ser vekişina Kerkûkê li hev kirine.
Kerîm daxuyaniyek da qanala Bloombergê û got ku ji ber vekişîna ji Kerkûkê berpirsyar malbata Talabanî ye. Kerîm îdia kir ku malbata Talabanî bi hikûmeta Iraq û Îranê re li hev kiriye.
Kerîm îdia kir ku beriya operasyona Kerkûkê malbata Talabanî û nûnerê Qasim Suleymanî li bajêr hatine bal hev û wiha got:
"Rojek beriya êrîşê kurê Talabanî yê mezin Bafel û birazyê wî Lahur, birayê wî yê mezin Araz Şex Cengî bi nûnerê Suleyman re hatiye balhev. Nûnerê Suleymanî ultîmatom daye malbata Talabanî û ji wan re gotiye eger hûn mewziyên xwe terk nekin ew ê êrîşê wan bikin. Ev peyam dabûn."
Kerîm got ku piştî vê hevdîtinê malbata Talabanî û hikûmeta Iraqê li hev kirin.
Kerîm diyar kir ku der barê wî de biryara girtinê hatiye derxistin û ew jî piştî operasyonê mecbûr ma û mala xwe terk kiriye. Kerîm diyar kir eger vegere wê jiyana wî bikeve talûkeyê.