Hakan Çopur
30 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2024
Serokê Amerîkayê Joe Biden der heqê wê bersiveke çawa bidin êrîşa dijî baregeha Amerîkayê da wiha got, "Li gor min li Rojhilata Navîn pêdiviya me bi şerekî berfirehtir tuneye, em li peyê vê yekê nînin."
Serokê Amerîkayê Biden dema ku ji Qesra Spî derket û wê seba xebatên hilbijartinê biçûya Floridayê, pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.
Biden diyar, wan biryar da ku wê bersiveke çawa bidin êrîşa li dijî baregeha Amerîkayê ya li ser sînorê Sûriye û Urdunê.
Biden li ser pirsa ku ew Îranê wekî berpirsê êrîşê dibînin an na, wiha got, "Ji ber ku çek ji êrîşkaran ra peyda kiriye ez wan (Îranê) berpirsiyar dibînim."
Biden li ser pirsa, heke derkeve holê ku têkiliya êrîşê rasterast bi Îranê ra heye jî got ku "Em ê li ser vê nîqaş bikin."
Biden wiha dewam kir, "Li gor min li Rojhilata Navîn pêdiviya me bi şerekî berfirehtir tuneye, em li peyê vê yekê nînin."