Şener Toktaş
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
Li Mûtkiya navçeya Bidlîsê, zarokê 12 salî ku li tanga Koprubaşiyê ya gundê Yazicikê ket cobarê û di ro da çû, mirî hat dîtin.
Îro serê sibehê ji bo dîtina Abdulaziz Şeflek xebatên lêgerînê jinûva dest pê kirin ku duh derdora saet 15.30î tevî bavê xwe Bakir Şeflek û 2 birayên xwe ketibû cobarê lêbelê di ro da çûbû.
Di xebatên lêgerîna zarok da 103 personelî beşdarî kir ku di navê da 8 Tîmên Asayîşê yên Cendirmeyê, Tîma Komandoyên Cendirme, Tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cendirmeyê, 5 tîmên gundparêz, 2 ekîbên AFADê, ekîbên UMKE û ÎHHya Bidlîsê û xozneber jî hebûn. Her wiha gundiyan jî di xebatên lêgerînê da piştgirî dan ekîban.
Ekîban li derdora cobarê û di hundirê avê da bi awayekî hûrgilî lêgerîn pêk anî û qedera 200 metreyî dûrî cihê bûyerê, di binê pirê da rastî termê kurik hat.
Termê Şeflek bi destê xozneber û ekîbên din va ji avê hat derxistin.