Rıdvan Korkulutaş, Bülent Temiz
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
Li Karliovaya navçeya Bîngolê, Sûlava Çatakê bi dronê hat kişandin.
Sûlava di geliyê gundê Çatakê da, 90 kîlometre dûrî navenda bajêr e.
Ev sûlav ji avên ku ji du cihên cuda diherikin pêk tê û tê xwarê.
Sûlava ku ava xwe ji belekiyên berfê û çavkaniyan distîne, bi barîna baranê ra gurtir diherike.
Li her du rexên rêya diçe ber sûlavê, nebatên lewanteyê hene. Sûlav bi guzergeha xwe ya siruştî û cihê xwe yê ku dikeve hundirê gelî va dîmeneke sipehî raberî mirovan dike.
Dîmenê sûlava ku bi bedewiya xwe bala geştiyaran dikişîne, bi dronê hat kişandin.