Sabri Yıldırım
30 Hezîran 2023•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2023
Leglegên ku bi biharê ra tên Deşta Mûşê piştî ku ji hêkê derketin çûçikên xwe mezin dikin.
Her sal piştî koçeke dûr û dirêj leglegên ku tên Tirkiyeyê li Dêrxas (Haskoy) û Tîla (Korkut) navçeyên Mûşê li ser hêlînên xwe yên li ser kutek û kulekan çêkirine bi cî dibin.
Legleg havînê çûçikên xwe yên ji hêkê derdikevin mezin dikin û ji bo koça ku wê payîzê ber bi welatên Afrîkayê ra herin, amade dikin.
Înan Subaşiyê li gundê Avzûdê (Bovetlî) cotkariyê dike destnîşan kir ku gava giya diçinînin legleg bi bihok û kurmên derdikevin zikê xwe û zikê çûçikên xwe têr dikin.
Înan Subaşî diyar kir ku piştî ji hêkê derdikevin hejmara leglegan zêde dibe û wiha got, "Gava em giyayê xwe diçinînin legleg jî bi pey kurmik û bihokan dikevin. Têjikên xwe mezin dikin û di pey ra wê koç bikin. Em jî ji leglegan hez dikin û dixwazin kes zirarê nede wan ku daîm bên Deşta Mûşê."
Orhan Subaşî jî destnîşan kir têjikên leglegan ji hêkê derketine û got ku gava ew giya diçinin bi pey traktore dikevin û bikohan diqefêlin.