Sinan Doğan
10 Tebax 2026•Rojanekirin: 10 Tebax 2026
Li Kolombiyaya welatê Amerîkaya Başûr bi mezinahiya 7,4an erd hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand ku nêzî 5 kîlomêtreyan ji aliyê rojhilata bajarê San Jose del Palmara ku dikeve rojavayê Kolombiyayê, bi mezinahiya 7,4an erd hejiya.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku erdhej 107 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Herêma rêvebirina Chocoyê di serî da li bajarên wekî Barranquilla, paytext Bogota, Medellin, Manizales, Pereira û Bucaramangayê erdhej hat hîskirin û bû sedema tirsê.
Ji bo tesbîtkirina ziyana muhtemel a can û mal xebat dewam dikin.