Fahrettin Turğut
24 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2025
Şaredariya Batmanê rojane 40 hezar nanî bêpere belavî malbatên hewcedar dike.
Di daxuyaniya şaredariyê da hat diyarkirin ku li 45 taxên li tevahiya bajêr li 36 cihên belavkirina nan rojane 40 hezar nan belavî 7 hezar û 779 malbatan dikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku xebatên alîkariya nanê bêpere ya ku di çarçoveya berpirsyariya civakî da di heyama nû da jî didomînin û dan zanîn ku li taxên Koruk, Şîrînevler, Petrolkent û Çamlicayê bufeyên nan yên nû hatin vekirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku jimara bufeyên belavkirina nan di vê çarçoveyê da ji 31an derxistin 36an.