Cüneyt Çelik,Elvan Demir,Günay Nuh,Hilmi Tunahan Karakaya,Yusuf Ayas,Sidar Can Eren
24 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2025
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Tunceliyê berf barî.
Li Erziromê êvarkî berf barî, her der ji berfê sipî bû.
Li Şenkayaya navçeya Erziromê jî berf barî.
Welatiyan berfa li ser wesaît û ber dikanên xwe paqij kir.
- Qers
Li Qersê piştî serma û seqema zêde berfê lê kir.
Li bajêr êvarkî berf barî, her der ji berfê sipî bû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf barî.
Li Gola Çildirê ya qeşagirtî jî berfê bandor kir.
- Agirî
Li Agiriyê êvarkî berfê lê kir û navenda bajêr ji berfê sipî bû.
Li bajêr sir û seqemeke zêde jî heye.
Ekîbên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê piştî baranê ber destê sibehê berf ket.
Ji ber berfê navenda bajêr sipî bû.
Welatiyan berfa li ser wesaît û ber dikanên xwe paqij kir.