Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Yusuf Ayas,Günay Nuh,Fırat Atmaca,Hüseyin Yıldız
23 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2025
KARS (AA) - Li Qers, Erdexan, Îdir û Agiriyê piştî barîna berfê sir û serma dewam dike.
Li Qersa ku germahiya hewayê di binê sifirê da daket 14 pileyan, li hin cihên avî qeşa çêbû.
Li bajarê ku dar û beran qiravî girt, dîmenê roviyên ku li ser berfê ji bo peydakirina xwarinê digeriyan, hat kişandin.
Li navçeya Sariqamîşê ya ku hewa sar e, hin wesayît bi zehmetî hatin xebitandin.
Welatiyan ji ber sermayê wesayîtên xwe bi brandayan pêçan, paceyan qeşa girt û li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.
- Erdexan
Li Erdexanê termomêtroyan li navenda bajêr germahiya hewayê di bin sifirê da 20 pile nîşan da.
Ji ber sir û sermayê li ser rê û pêyarêyan qeşa çêbû.
Li tevahiya Tirkiyeyê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev di bin sifirê da 24,9 pileyan va li navçeya Goleyê hat pîvan.
Li navçeyê paceyên mal û kargehan qeşa girt.
- Agirî
Li Agiriya ku germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 15 pile hat pîvan, dar û nebatan qiravî girt.
Dîmenê Çemê Muradê ya ku ji ber hewaya sar qeşa girt bi dronê hat kişandin.
- Îdir
Li Îdirê jî germahiya hewayê li herêmên bilind di binê sifirê da daket 10 pileyan.
Ji ber sermayê li ser dar û xetên ceyranê qiravî çêbû.