Yılmaz Kazandıoğlu
04 Adar 2023•Rojanekirin: 04 Adar 2023
Li Meletiya ku erdhejên bi navend Kahrmanmaraşê bandor lê kir, bi kordînasyona Walîtiya Wanê xebatên danîna konteyneran berdewam in.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîb xebatên binesaziyê û belavkirina alîkariyê li bajarê konteyneran a Beydagiyê ku bi kordînasyona Walîtiyê li Meletiyê, ji bo erdhejzedeyan tê çêkirin, didomînin.
Ekîbên piştevaniya psîkosoyal digel yên Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serdana bajarê konteynerê kirin û bi tesbîtkirina pêdawistiyên erdhejzedeyan dixwazin di demeke kurt de birînan bipêçin.
Hat destnîşankirin ku ji bo asankirina jiyana jin, zarok û kêmendaman, digel dabînkirina pêdawistiyan û pêçana birînan dê xebat berdewam bin.