Mehmet Bayrak, Salim Taş
21 Gulan 2026•Rojanekirin: 21 Gulan 2026
Li Antakyaya navçeya navend a Hatayê ji ber barana gur xaniyek tep bû û kesek tê da mir.
Li bajêr danê êvarê baranê dest pê kir û bişev gur kir. Ji ber baranê li Taxa Haci Omer Alpagot xaniyekî berpalê ber bi rê va tep bû.
Li ser êxbarê ambulans, AFAD, îtfaiye û polês sewqî cihê bûyerê kirin. Di qezayê da 3 kes hatin xelaskirin, cinazeyê kesekî hat derxistin.
Ji aliyê din va li bajêr rêya Reyhanli-Antakyayê, Çaryana Narlicayê, texma Orhanliyê ya li ser rêya Antakya-Samandagê, Dirba Binî ya Taxa Kavasliyê û rêya Kîsecîk EXPOyê ji bo kurtedemekê ji trafîkê ra hatin girtin.
Ekîbên Karên Avê yên Dewletê, Midûriya Herêma Rêbejan û Şaredariya Bajarê Mezin di rêyan da xebatên texliyekirina avê û paqijiyê didomînin.