Lale Köklü Karagöz, Mehmet Bayrak, Mahmut Tuncay, Hikmet Say
21 Gulan 2026•Rojanekirin: 21 Gulan 2026
Li Hatayê ji ber taviya baranê ajokarê otomobîlê di rêya tepbûyî da mir û dîwarê îstinadê hilweşiya, zirar gihîşt 5 wesayîtan.
Bi şev ji ber taviya baranê di rêya derdorê ya Defne-Samandagê da li nêzîkî Derwazeya Ser a Subaşiyê rê tep bû.
Di vê kêliyê da otomobîla plaqe 31 FH 207 a Nedîm Habeşoglu diajot, ji kontrolê derket û ket newala cobara li rexê rê.
Ekîbên polês, tenduristî û îtfaiyeyê bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku ajokar Habeşogluyê ku di wesayîtê da asê mabû, li cihê bûyerê miriye.
Cinazeyê Habeşoglu rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Defneyê.
Li navçeya Antakyayê li Taxa Bagriyanikê jî ji ber taviya baranê dîwarê îstinadê yê rêyekê hat xwarê.
Ji ber tepbûna dîwêr, 5 wesayîtan zirar dît.
Ji aliyekî din va li navçeyê avê da binê hin xanî û kargehan û welatiyên di malên xwe da asê man ji hêla ekîbên îtfaiyeyê hatin xilaskirin.
Li navçeya Samandagê ji ber taviya baranê hin wesayît bi ser avê ketin û ber bi Qeraxê Çevlîkê çûn.