Önder Beyter
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Di pêşbirka 17emîn Japonya Grand Prix a Şampiyonaya Cihanê ya Formula 1ê da pîlotê Mercedesê yê ji Britanyaya Mezin Lewis Hamilton bû yekemîn.
Têkoşîna 17emîn a sezonê ya Formula 1ê li bajarê Suzuka yê Japonyayê li pîsta ku navê wê û navê bajar yek e û 5,8 kîlomêtro dirêj e hat kirin. Pêşbirk ji ser 53 tûran hat kirin.
Hamilton ji pozîsyona "pole"yê dest bi pêşbirkê kir û pêşiya hevrikên xwe ji kêrtika dawiyê derbas bû û di sezonê da şampiyontiya 9emîn wergirt. Bi vê rekorê va Hamilton ser hev ji bo cara 4emîn xalibiyet bi dest xist û di kariyera xwe da jî şampiyontiya 71mîn bi dest xist.
Pêşpirka sezonê ya 18emîn Amerîka Grand Prix jî dê di 21ê cotmehê da were kirin.
- 10ên pêşiyê
Pîlotên ku Japonya Grand Prix di rêza 10ên pêşiyê da temam kirin ev in:
1. Lewis Hamilton (Mercedes)
2. Valtteri Bottas (Mercedes)
3. Max Verstappen (Red Bull-TAG Heuer)
4. Daniel Ricciardo (Red Bull-TAG Heuer)
5. Kimi Raikkonen (Ferrari)
6. Sebastian Vettel (Ferrari)
7. Sergio Perez (Racing Point Force India)
8. Romain Grosjean (Haas-Ferrari)
9. Esteban Ocon (Racing Point Force India)
10. Carlos Sainz (Renault)
- Klasmana pîlotan
1. Lewis Hamilton (Britanyaya Mezin): 331 puan
2. Sebastian Vettel (Almanya): 264
3. Valtteri Bottas (Finlandiya): 207
4. Kimi Raikkonen (Finlandiya): 196
5. Max Verstappen (Hollanda): 173
- Klasmana tîman
1. Mercedes: 538 puan
2. Ferrari: 460
3. Red Bull: 319
4. Renault: 92
5. Haas: 84