Abdullah Tel
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
BITLÎS
Cotkara jin a ji Hîzanê beşdarî merasima "Xelata Jinên Cotkar ên Muteşebis" a ku Wezareta Çandinî û Daristanan organîze kir, bû.
Ji navçeya Hîzanê Azîze Balcînê di qurmê hewrê da karoka îstîridyeyê danî û bi vê xebata xwe jî di merasimê da xelata duyemîntiyê qezenc kir.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Dr. Bekir Pakdemirlî xelat da Balcînê.
Di merasima ku li Enqereyê hatibû lidarxistin da Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê jî cih girtibûn.