İbrahim Atmaca
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê malbatên Sûriyeyî yên ku di konbajaran da dimînin, bi daxwaza xwe ji konbajaran bar dikin.
Di çarçoveya biryara barkirinê ya ku Midûriya Giştî ya Îdareya Koçê ji konbajaran ra şand da li Navenda Starbûnê ya Berwext a Akçakaleyê ji mêvanên Sûriyeyî yên lê dimînin, tercîhên wan hat pirsîn.
Nêzî 5 hezar kesan di nav du rojan da ji navenda konbajara ku wê were girtin derketin, mal kirê kirin û gotin ku ew ê bar bikin. Piştî kontrola cendirme û wezîfedarên ewlehiyê Sûriyeyî bi wesayîtan va çûn bajar û navçeyên der û dora navçeya Akçakaleyê.
Navenda Starbûnê ya Berwext a Akçakaleyê ji aliyê Midûriya Giştî ya Îdareya Koçê va di sala 2012an da hat avakirin û tê da 22 hezar û 220 kes dijîn. Sûriyeyiyên ku ji navendê bar dikin, ji bilî Antalya û Stenbolê herin ku derê, bergîdana peymana wan a kirê alîkariya pere ji wan ra tê kirin.
Tê plankirin ku xebatên texliyeyê wê heta 26ê cotmehê kuta bibin.